Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nasnameya 24 zarokên qurbanî di nav xwenîşandanan de hate ragihandin

17:27 - 12 Çirriya pêşîn 2022

Di serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê de zêdetir ji 24 zarok bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ên rejîma Îranê hatine şehîdkirin.

Navenda Mafê Mirovî roja Sêşemî 19ê Rezberê, di raporeke xwe de Diyarî kiriye: “Nasnameya 24 zarokan hatiye zanîn û pêka raporan hejmara zarokên hatinî kuştin, jî vê rêjeyê gelek zêdetir e”.

Herwisa vê saziya navneteweyî tekez kiriye ku tundûtîjî li dijî zarokan, ji aliyê her kes û di her çarşêveyekê de be, ti hêcetek tinabe.

Di nav serhildana wê dawiyê ya seranserî ya Îran û Kurdistanê de, bi awayekî bêmînak û berfereh xwendekar û dersxwan li xwendingeh û kolanan û zanîngehan beşdar bûn, ku eva jî bû sedema berteka hin ji berpirsên ewlekarî û leşkerî yên rejîma Îranê ku bi awayê rasterast teqe ji wan dersxwanan bikin.