Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda parêzerên navendî kevte ber teqeya hêzên çekdar ên rejîmê

17:59 - 12 Çirriya pêşîn 2022

Hêzên çekdar ên rejîma Îranê êrîşkirine ser Navenda parêzerên navendî.

Paşnîvroya roja Çarşemî 20`ê Rezberê, navenda parêzeran hatine nav refên xwenîşandanên seranserî yên welat û dengê xwe digel dengê nerazî yên xelkê Îranê kirin yek.

Hêzên çekdar yên rejîma Îranê di wê xwenîşandanê de li dijî endamên navenda parêzeran, ji gaza rohndikrêj mifah wergirtin.

Piştî banghêjiya girûp û aliyên cuda yên civaka Îranê û Kurdistanê rêjeya xwenîşandanan roj bi roj zêdetir û berfirehtir dibe.

Niha li bajarên Sine, Meşhed, Tehran, Îsfehan, Kerec, Gurgan, û çend bajarên din yên Kurdistan û Îranê xwenîşandan destpêkiriye û tê gotin ku digel tarîbûna welat hejmarek zêde ji bajarên din dê rabin.