Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên seranserî yên bajarên Îranê agir berden wêneya Xumeynî

10:51 - 13 Çirriya pêşîn 2022

Duh şev di berdewamiya serhildanên seranserî yên Îranê de li bajarê Erakê xwenîşanderên bivêr û nerazî, li serkutkarî û desthilatdariya zalim a axûndan, posterên Xomeynî avakerê rejîmê agir berdanê.

Duh şev 20`ê Rezberê serhildanên seranserî li bajarên seranserê Îranê yên weke, Erak, Benderebas, Tehran, Dêhdeşt, Îsfehan, Ferdîsa Kerecê, Yezd, Reşt, Qezivîn, Tewrêz, Kirman, Meşhed û hin bajarên din yên Îranê bi dana silogana mirin bo dîktator  û jin, jiyan, azadî li dijî serkutkariyên hêzên rejîmê xwenîşandan berdewam kirin.

Di berdewamiya xwenîşandanên seranserî yên Îranê de kedkarên petrokîmî ya Boşherê û petrokîmî û Seneta neft a Îranê li Eseloyê, li roja Duşemî şonda  dest bi xwenîşandanan kirin û wan kedkaran gotin eger hevkarên me yên binçavkirî neyên azad kirin, em dê her tiştî tevlî hev bikin.

Di wan xwenîşandanên seranserî yên li bajarên Îranê xelkê bivêr û nerazî desthildata axûndan, bi dana siloganên mirin bo Xamneyî, mirin bo dîktator û jin jiyan azadî, li hember tundtîjî û serkutkariyên hêzên rejîmê de rawestan û dengê xwe bilind kirin.