Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Firansayê Emanual Macron piştevanî ji xwenîşandanên seranserî yên Îranê kir

10:56 - 13 Çirriya pêşîn 2022

Emanual Macron serkomarê Firansayê, li ser rûpela twîtera xwe nivîsî: Ji bo jinên ku bi wêrekî li hember zordarî û çekan hîcaba xwe rakirine û rawestane, ji bo jin û mêrên ciwan ku ji bo mafên xwe berxwedaniyê dikin, navê wê berxwedaniya cîhanî ye, û dewleta Firansayê serkutkariyên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine encam dan şermezar dike.

Pêşkêşkara naskirî ya televîzyonê û xwediyê xelata Oskarê Oprah Winfrey, di peyameke vîdyoyî de bo piştevanîkirin ji jinên Îranê got: Berxwedaniya wan ji min re ew qas îlham e, û tevgera ku wan rêkxistiye mînakek ron e û nîşan dide ku yekgirtîbûna xelkê  bo guherînkariyan dikare ,destkevtên çawa hebin. 

Melinda Gates, hevjîna berê ya Bill Gates, yek ji damezrînerên Microsoft jî, li ser rûpela tora civakî ya Instagrama xwe de nivîsand: "Her jinek hêjayê vê yekê ye ku dûr ji zilm û zordariyê û hovîtiyê jiyan bike û got jî, Mehsa Emînî ev derfeta tunebû ku ez ji vê wêrekiya xwenîşanderên ku bo bidestveanîna wî mafî ku jiyana xwe dixin metirsiyê de ecêb gitî mame.