
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq gefên rejîma Îranê bo ser hizbên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Civata xelkê xebatkar!
Hizb û aliyên siyasî yên Kurdistan û Îranî
Di heyama borî de, piştî serhildana tevgera jin, jiyan û azadiyê ku ji Kurdistana pêşeng a xebat û berxwedanê ve serî hildaye û tev navçeyên Îranê li xwe girt û biryara hilweşandina dîktatoriya Komara Îslamî daye, demûdezgehên rejîmê banghêjiya şerekî naberanberî a leşkerî û derûnî li dijî hizbên Kurdî dest pê kiriye..
Tevî tepeserkirin û kuştina rojane ya xwenîşanderên nerazî di nav qad û kolanan de, Komara Îslamî bi mûşek û balafirên bê balafirvan êrîşî ser baregeh û binkeyên hizbên siyasî kir û niha bi anîna hêzeke zêde ya leşkerî bo ser sînorên Kurdistanê, gefa binpêkirina serweriya hikûmeta Herêma Kurdistanê û êrîşkirin bo ser hizban dixwe.
Em wek Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê, tevî şermezarkirina her cure destdirêjiyeke Komara Îslamî ya Îranê li ser axa Herêma Kurdistanê, radigihînin ku eva binpêkirina serweriya axa Îraq û Herêma Kurdistanê ye û pêka yasayên nnavdewletî mehkûm e û divê bê riswakirin.
Em tekez dikin ku me rêz li serweriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê girtiye û digirin û ji ber wê jî ti hereketek leşkerî û pêşmergane çênebûye û em radigihînin ku:
Di her haletekê de destdirêjî bo ser binke û bargehên me di kûrahiya axa Herêmê de bê kirin, emê bi hemû hêza xwe ve û wek mafek rewa li hember êrîşên dujmin berevaniyê ji xwe bikin. Herwiha em bang li civaka navdewletî, hikûmeta Îraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê, hemû nûner û konsulxaneyên welatên Rojavayî û Amerîka li Herêma Kurdistanê dikin ku li hember van cinayetên Komara Îslamî bêdeng nemînin û helwesteke micid nîşan bidin.
Em daxwazê li rewşenbîr, kesayetî û hemû tex û qatên Herêma Kurdistanê û hemû Kurdên derveyî welat dikin ku li hember zordarî û zilma Komara Îslamî bêdeng nemînin û bi hemû şêweyên guncaw nerizayetiya xwe nîşan bidin û piştevaniya me bikin.
Komara Îslamî ji vê yekê nêzîk e ku dawî silava desthilatdariya 43 salî ya xwe bike, her lewra ne ev gef û ne jî çêkirina şerekî din li navçeyê, nikare pêşiya pêla nerazîbûnên gelê Kurd û Îranê bigire.
Bijî yekrêzî û hevgirtina xelkê Kurdistanê digel seranserê Îranê
Biherife Komara Îslamî ya Îranê
Jin, jiyan, azadî
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê