Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyên bajarên Rojhilatê Kurdistanê carek din rijiyane ser şeqaman

11:17 - 13 Çirriya pêşîn 2022

Şeva derbasbûyî ku 27emîn roja xwenîşandanên xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû, zêdetir ji 11 bajarên Rojhilatê Kurdistanê serhildan hebû û carek din tevlî xwenîşandanên seranserî bûn.

Li bajarê weke “Urmiye, Mehabad, Bokan, Kirmaşan, Îlam, Seqiz, Merîwan, Dîwandere, Sine, Dêhdeşt û Kuhgîlûye û Boyrehmed” serhildan berdewam bû.

Li piraniya bajarên Kurdistanê, xelkê serhildêr bi agiran rêyên sereke  girtin û pêşî ji hatinûçûna hêzên tepeserkar yên rejîmê girtin.

Dengê siloganên welatiyan yên weke“jin jiyan azadî” û “heta Kurdek bimîne Kurdistan dê bimîne” “mirin bo dîktator” “ mirin bo Xamineyî” li dengê guleyên hêzên dagîrker bilinditir bû.

Herwisa li tev bajarên Kurdistanê welatiyan bi hevre êrîşkirine ser hêzên rejîmê û bi keviran li wan xistin û hêzên rejîmê ji tirsa hevgirtîbûna welatiyan reviyan, û pêka nûçeyên belav bûyê li bajarê “Mehabad”ê jî, ciwanên wî bajarî êrîşkirine ser bikirêgirtiyekê rejîmê û di encamê de du kirêgirtiyên rejîmê bi lêxistinan mist û pênan kuştin.

Hêzên rejîmê weke her car bi gule û gazên rundikrêj êrîş kirine ser welatiyan û mixabin li bajarê “Kirmaşan”ê 2 ciwanên bi navê “Sîna Nadirî” û “Armîn Seyadî” hatin şehîdkirin, herwisa li bajarê “Sinê” welatiyek din yê bi navê “Ezîz Muradî” bi guleyên hêzên rejîmê hat şehîdkirin.

Digel wan zanyariyan emê bihevre dîmenên serhildana welatiyan li bajarê Rojhilatê Kurdistanê bi bînin.