Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwireya Hevahengî ya Mamosteyên Îranê ji berpirsên xwandingehan re hişdarî da

11:22 - 13 Çirriya pêşîn 2022

Roja 20`ê Rezberê Şêwreya Hevahengî ya Rêkxistinên Sinfî yên Mamosteyên Îranê, di daxuyaniyekê de ji berpirsên xwandingehan yên ku di heyama çend rojên derbasbûyî de bûne baskên birêveberiya hêzên ewlehî yên rejîmê, hişdarî da, ku digel hêzên ewlehî yên rejîmê hevkarî nekin ji ber ku di cîhana îroyî de ev mijara netenê ku veşartî namîne belku gelek lezgîntir ji ya ku hûn hizr dikin, nav û dîmenên we di seranserê welat û cîhanê de eşkere dike.

Di vê daxuyaniya Şêwreya Hevahengî ya Mamosteyên Îranê de li derheq, rewşa nezelal ya dersxwanên hatinî binçabkirin de hatiye, mixabin gelek dersxwan hatine binçavkirin û ti zanyariyek li derheq rewş û cihê xwedîkirina de ji ber dest tune ye.

Di berdewamiya vê daxuyaniyê de îşare bi kuştina aliyê kêm 28 dersxwanan hatiye kiriye ku demsala nû ya xwandinê digel serkutkarî û guleyên rasterast li hember piraniya nûciwan û ciwanan de destpê kiriye, lê ev siyaseta tirs û xof û hovîtî û reftarên zalimane, dersxwan derheq qedera wan û wekhevên wan de, ew hestyartir û haydartir kiriye.