Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di serhildana xelkê Kurdistan û Îranê de aliyêkêm 201 kes hatine kuştin

11:24 - 13 Çirriya pêşîn 2022

Piştî 27 rojan berxwedanî û berdewambûna serhildanên xelkê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hejmarek zêde ji xelkê serhilder ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi guleyên şer hatine şehîdkirin.

Saziya Mafê Mirovî ya Îranê di nûtirîn amara xwe de belav kiriye ku aliyêkêm di wan xwenîşandanên seranserî de 201 kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine şehîdkirin.

Pêka amarên hin çavkaniyên din li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de jî zêdetir ji 35 kesan hatine şehîdkirin.

Herwisa Saziya Mafê Mirovî ya Îranê ragihandiye ku, hejamara herî zêde ya qurbaniyan zarok in.

Bi sedema daketin û qutbûna hêla înternetê û fîlterkirina piraniya torên civakî di Îranê de, zanyarî û amarên serast ji cinayetên rejîma Îranê hîn jî bi tewahî ne hatine belavkirin.