Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Huşdariya “çalakvanên warê zarok û ciwanan” li ser çawaniya reftarên hêzên rejîmê digel xwenîşanderan

16:32 - 13 Çirriya pêşîn 2022

Di berdewamiya xwenîşandanan li navçeyên cuda yên Îran û Kurdistanê de hejmarek zêde ji zarokan ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatin şehîdkirin, û her lewma çalakvanên warê zarok û ciwanan li ser çawaniya reftarên hêzên rejîmê digel xwenîşanderan di daxuyaniyekê de huşdarî dan.

Wajokerên vê daxuyaniyê zêdetir ji 600 çalakvanên warê zarok û ciwanan in ku bi îşare xalên naveroka konvansiyona mafê zarokan, bi tundî kiryarên rejîma Îranê şermezar kirine.

Di vê daxuyaniyê de îşare bi êrîşên hêzên ewlehî bo ser dibistanan û xemsariya hin birêveberên dibistananê, tirsandina dersxwanan di dibistanan de û kişandina wêneyên xwendekaran û girtina wan berevajiya deqa eşkere ya yasaya medenî ye.

Di çend hefteyên borî de, li berdewamiya xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, herî kêm 24 zarok ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin.