Şeva Çarşemî li bajarên “Kirmaşan, Sine û Bokane”ê 4 kes bi sedema teqeya rasterast a hêzên serkutker ên rejîma Îranê hatine şehîdkirin.
Şeva Çarşemî 20ê Rezberê li bajarê Kirmaşanê, 2 serhilderên Kurd ên bi navên “Sîna Nadirî û Armîn Seyadî” bi sedema teqeya rasterast a hêzên serkurker ên rejîma Îranê hatine şehîdkirin.
Herwisa li bajarê Sineyê jî, serhilderek Kurd ê bi navê “Ezîz Muradî” di encama teqaya rasterast a hêzên ewlehî û Întizamî yên rejîma Îranê de, hate şehîdkirin.
Di vê derheqê de û di hemen rojê de li bajarê Bokanê, serhilderek Kurd ê bi navê “Kemal Feqîhî” ji aliyê hêzên dijemirovî yên ewlehî û Întizamiya rejîma Îranê ve, hate şehîdkirin.
Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di dawî rapora xwe de daye zanîn ku heta niha li Rojhilatê Kurdistanê, 35 kes ji xelkê serhildêr bi sedema teqeyên rasterast ên hêzên rejîmê, hatine şehîdkirin.