Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekaran paştînîvroya 21ê Rezberê li Tehran û Îsfehanê xwenîşandan kirin

17:19 - 13 Çirriya pêşîn 2022

Îro roja Pêşncşemî 21ê Rezberê, xwendekarên zanîngeha Tehranê serhildana xwe domandin û garda taybet û parastina zanîngehê deriyê zanîngehê vekirin da ku pêşiya kombûna nerizayetiya xwendekaran bigirinlê xwendekaran silogananên wek “herin bi cihenem û bê şeref” ew şermezar kirin.

Herwisa hevdem li “Îsfehan”ê jî, li zanîngeha “Necefabad”ê, xwendekarên serhilder li dijî rejîmê silogan dan.

Li gor vîdiyoyên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin, hêzên serkutker yên ewlehî yên rejîma Îranê bi rêya amobolansên nexweşxaneyê ve, hem li bajarê Tehranê û hem jî Erdebîlê çûne nav dibistana keçên dersxwan da ku bi vî awayî dersxwanên nerazî binçav bikin.

Hêzên rejîmê bi hemû rêyekê ve dixwaze xelkê serkut bike û her ew dîmenane di nav torên civakî de bertekek zêde li pey xwe anî.