Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtina kedkarên pîşeya neft û petrokîmiya Îranê çar roj e ku berdewam e

17:22 - 13 Çirriya pêşîn 2022

Roja Pêncşemî 21`ê Rezberê, kedkarên pîşeya neft û petrokîmiya Îranê di çaremîn roja mangirtina xwe de berdewam bûn.

Di berdewamiya xwenîşandanên seranserî yên li dijî serkutkariya rejîma Îranê, kedkarên pîşeya neft û petrokîmiya Eselûya parêzgeha Bûşehrê ji roja Duşemî ve dest avêtine mangirtinê.

Kedkarên pîşeya neft û petrokîmiya Eselûya parêzgeha Bûşehrê, gef xwarine ku heger binçavkirî neyêne azadkirin, mangirtina wan dê zêdetir û berdewam be.

Herwisa rejîma Îranê bona serkutkirina kedkarên mangirtî yên pîşeya neft û petrokîmiya Eselûya Bûşehrê hêla înternetê gut kirine da ku kedkar nekarin wêne û vîdyoyên wê mangirtinê belav bikin.

Her di vê derheqê de, roja Sêşemî 19`ê Rezberê, kedkarên porojeyî yên petrokîmiya parêzgeha Abadanê dest avêtine mangirtinê û di encama mangirtinê de 11 kedkarên nerazî hatin binçavkirin.