Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Karê Derve ya Kanadayê 17 berpirs û 3 navendên Îranê yên din baykut kirin

12:08 - 14 Çirriya pêşîn 2022

Wezareta Karê Derve ya Kanadayê Cevad Zerîf Wezîrê Karê Derve yê berê yê rejîmê û 17 berpirsên din yên rejîmê digel 3 navendên rejîmê ku di binpêkirina mafê mirov di Îranê de dest hebûne baykut kir.

Piştî xwenîşandanên seranserî yên li Îranê yên li dijî desthilatdariya melayan, dewleta Kanadayê, îlankirin ku, Husin Şerî`etmedarî berpirsê rojnameya Keyhan, bi sedema weşana nivîsên li dijî Cihûyan û gefxwarinên li dijî dewletên Kendavê, Amerîka û Îsraîlê, baykut dike.

 Herwisa di rêzbenda nû ya baykutên dewleta Kanadayê de, ya li dijî hin berpirsên rejîma Îslamî de, navên, Se`îd Murtezewî serdozgerê berê yê dadgeha Şoreş a rejîmê, Peyman Celebî berpirsê Navenda Deng û Rengê rejîma Îslamî, Emîr Hatemî Wezîrê Berevanî yê berê yên rejîmê, Menûşêhir Emanulahî, Fermanderê hêzên birêveberiya yasayê li parzêgeha Çarmehal û Bexityarî, Xumalriza Ziyayî berpirsê berê yê girtîgehên Recayî Şehr û Êvînê û Elî Larîcanî serokê berê yê bi nav mecilsa rejîmê jî tê xuya kirin.