Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildana xelkê Kurdistan û Îranê piştevaniya qatên cuda li cîhanê lipey xwe anî

12:14 - 14 Çirriya pêşîn 2022

Piştî qetila hikûmetî ya “Jîna Emînî” bi pêşengiya Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandanek berfireh li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhilda û heta îro jî berdewame û di 28emîn roja xwe de ye.

 Ew serhildan ji aliyê kom û civaka navnetewî piştevaniyek berfireh jê hatiye kirin û her roj kesayetiyên siyasî, kesayetiyên navdar, hunermend û … hwd, piştevaniyê dikin û di vê derheqê de bertekên cuda nîşan didin.

Di dawîn piştevanî û bertekên cîhanî de “Fedrasyûna Têkwandû” ya welatê “Italya”yê bi belav kirina vîdiyoyekê ku têde jinên têkwandûkar porên xwe dibirin û silogana “Jin, Jiyan, Azadî” didin piştevanî li jinên Kurdistan û Îranê kirin.

Herwisa li “New York” jenyarekî piyanoyê li hember wêneya “Jîna Emîmî” ku li ser dîwarê wî bajarî ji aliyê hunermendek din ve hatiye resimandin, parçe mûzîkek pêşkeşî jinên Îranê kir.

Ji aliyek din ve li qeraxavên behra “Etiles”ê hunermendekî “Portugalî” yê bi navê “Vitor Repuz” wêneyek digel silogana “Jin Jiyan Azadî” û navê “Jîna (Mehsa) Emînî” resimandiye, û wî hunermendî ragihand ku ew karê wî bo piştevanîkirin û gihandina dengê jin û xelkê serhildêr yên Îran ye.