Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyên bajarên Îranê xwenîşananên xwe berdewam dikin

12:15 - 14 Çirriya pêşîn 2022

Li bajarên Îranê xwenîşandan ji aliyê hevwelatiyan ve berdewame û xelkê serhildêr li bajarên weke “Tehran, Kerec, Ehwaz, Ebher, Erak, Qum, Esfehan, Mîrcawe” û hin bajarên din serhildan li dijî cinayetên rejîma Îranê berdewam kirin.

Silogana “Jin Jiyan Azadî” “Mirin bo dîktator” “Mirin bo Xamineyî”  ji aliyê welatiyan ve bi berdewamî di hate dane.

Herwisa xwandekarên beşek ji zanîngehên Îranê jî yê weke zanîngeha “El-Zehira” li bajarê Tehranê û “Necefabas” li bajarê Esfehanê li xwenîşandanên xwe berdewam bûn.

Herwisa li bajarê “Tehran”ê benêrek mezin ku têne wêneyên jinên navdar, sînemakar, werzişvan û… yên Îranê hatibû belav kirin nerizayetiya wan jinan lipey xwe anî û piraniya jinên navdar bi nîşana nerizayetiyê daxwazkirin ku divê wêneyên wan bên rakirin û ew gel wê rejîmê nînin.

Ji aliyek din ve her roj beşek ji navendên girîng yên bazrganî û Sen`tî yên Îranê tevîl xwenîşandan û mangirtinan dibin.

Pêka nûçeyên belav bûyî beşek ji xwedî maşînên barhilgir “Kamyun” li “Bendera Îmam”ê bi nîşana piştevanî ji xwenîşandanan mangirtin.