Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê serhildêr yên Zahidanê li dijî rejîmê rijiyane ser şeqaman

15:42 - 14 Çirriya pêşîn 2022

Îro roja Înê, 12ê Rezbera 1401an a Rojî, xelkê serhildêr yên Belûç li Zahidanê ji bo piştevanîkirin ji serhildana seranserî daketine nav qadan û li dijî rejîmê siloganan dan.

Xelkê Zahidanê piştî nimêja Înê, hemû bi hev re daketine nav qad û kolanan û herwisa li ber deriyê “binkeya 16” ya rejîmê  siloganên “besîciyê bêşeref û merg û neman bo dîktator” dan.

Du heftî berî niha jî xelkê Zahidanê wiha rijiyane ser şeqaman, lê rejîmê bi hemû hêza xwe ve êrîşê ser wan kir û di encamê de 100an kesên xwenîşander hatine şehîdkirin û bi hezaran kes jî hatine birîndarkirin.