Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêboherîna Navnetewî: Di xwenîşandanên Îranê de 23 zarokên 11 heta 17 salî hatin kuştin

15:54 - 14 Çirriya pêşîn 2022

Saziya Lêboherîna Navdewletî (Amnesty International) ragihand ku di serhildana meha borî ya xelkê Îranê de, herî kêm 23 zarokên temenê wan di navbera 11 û 17 salî de, ji aliyê hêzên ewlehî û întizamî yên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Li gorî Saziya Lêboherîna Navdewletî, 4 zarok ji ber lêdan û derbên li serê wan kevtinî hatine kuştin, 2 zarok bi gulleyên “saçmeyî” hatin kuştin û 17 zarokên din jî bi gulleyên rasterast ên hêzên ewlehî yên rejjîma Îranê hatin kuştin.

Pêka vê amara vê saziyê ku di 30`ê Xermanan û 8`ê Rezberê de bi belge hatiye tomarkirin, di nav wan zarokên kuştî de 20 kurên temenê wan 11 heta 17 salî û 3 keç hene ku du ji wan 16 salî û ya din jî 17 salî bûye.

Vê saziyê herwiha diyarî kiriye, hejmara rastî ya zarokên ku ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine kuştin ji vê amarê zêdetir e.