“Rehîm Umerpûr” ê kurê Xwedêjêrazî “Ehmed Umerpûr” û bavê şehîd “Fîroz Umerpûr” û xelkê gundê “Axçeqel” yê ser bi devera Somayê koça dawiyê kir.
Kurê xwedîjêrazî şehîd “Fîroz Umerpûr”, jidayîkbûyê sala 1341an a Rojî li gundê “Axçeqel” ê ser bi devera “Soma”yê ye; navbirî di sala 1363an a Rojî de li şerê bi nav û bang ê “Ceter”ê tevî afirandina qeherimaniyeke bêmînak hate şehîdkirin û tevlî karwanê şehîdan bû. Tirba şehîd “Fîroz Umerpûr” li gundî “Heştiyan” yê ser bi Somayê ye.
Xwedêjêrazî “Rehîm Umerpûr”, kesayetiyek xuya û cihê baweriya xelkê gund û deverê bû û navbirî tim di xizmeta hêza “Pêşmergê Kurdistanê” de bû û mala wî tim cihê man û bêhnwedana pêşmergeyan bû.
Xwedêjêrazî “Rehîm Umerpûr” heta dawiya jiyana xwe emegnasê rêbaza kurê xwe yê şehîd “Fîroz Umerpûr” ma û hertim bi şanazî ve behsa kurê xwe yê şehîd dikir.
Termê navbirî bi beşdariya xelkê deverê di nav girseya wî de bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên “Rehîm Umerpûr” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.