Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du Pasdarên terorîst yên rejîma Îranê ji aliyê xelkê serhilder ên parêzgeha Fars ve hatine kuştin

17:09 - 14 Çirriya pêşîn 2022

Di şeva Înê de li bajarê “Beyrem” ê girêdayê bajarê Laristanê yê ser bi parêzgeha Farsê, du padarên rejîmê di dema serkutkirina xelkê wî bajarî de hatine kuştin.

Roja Înê 22ê Rezberê, nûçegihaniya “Tesnîm” a girêdayî Spaha Pasdaran a trorîst nasnameya wan du Pasdarên terorîst ên bi navê Sergurd “Nûredîn Cengcû” û besîc “Hadî Irfanîniya”, belav kir.

Hezên serkutker ên rejîmê bi hovanetirîn şêwe zarok, jin, kal, nûciwan û ciwanan serkut dikin û xwe ji ti kiryareke nemirovane wek teqeya rasterast bi çekên şer, îşkence û lêdana wan û heta naparêzin, lewma ew rastî kerb û kîna serhildêran tên û bi lêdan û kutanê wan digihînin bi sizayên xwe.