Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekarên Kurdistan û Îranê rijiyane ser şeqaman\ Heta niha 50 xwendekar hatine girtin

13:00 - 2 Çirriya pêşîn 2022

Li piraniya bajarên Kurdistan û Îranê dersxwanên zanîngehan man girin û nerizayetiya xwe nîşan dan.

Li zêdetir ji 100 zanîngehên Îran û Kurdistanê de xwenîşandana xwendekaran heye û wan daye zanîn ku kombûna wan ya nerizayetiyê dê bidome.

Hevdem digel kombûna xwendekaran, Şêwreya Sendîkaya Xwendekaran ragihandin ku hêzên rejîmê li derdora zanîngehan ji bo tepeserkirina xwendekaran bi cih bûne û bi gaza rondikrêj êrîşî wan kirine û bi batonan wan dixin.

Xwendekarên 111 zanîngehên Îran û Kurdistanê di çend rojên borî de li daxuyaniyekê de ragihandin, ku ji bo piştevanîkirin serhildana seranserî, bêne ser şeqaman û xwe ji çûna bo zanîngehan biparêzin.

Heta niha 50 xwendekar ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.