Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi weşandina daxuyaniyekê daxwaz ji Şêwreya Ewlehî û Sekreterê Giştî yê Saziya Neteweyên Yekbûyî kir ku bi awayekî micid ji xelkê Îran û Kurdistanê û silogana jin, jiyan, azadî piştevaniyê bikin û herwisa tevî şermezarkirina vê rejîma terorîstperwer, divê kursiya nûnerayetiya Îranê li Neteweyên Yekbûyî bê standin.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Li gorî rapora Tasnîm a ser bi Spaha Pasdaran, nûnerê hertimî yê Îranê li Saziya Neteweyên Yekbûyî ji bo hêncetanîna operasiyonên leşkerî li Îraqê û binpêkirina serweriya vî welatî û êrîşa ser bargehên hizbên Kurdistana Îranê ragihand: “Hizbên Kurdistana Îranê terorîst in û ji axa Kurdistana Îraqê ve çalakiyên terorîstî li dijî Komara Îslamî encam didin.”.
Em tevî redkirina wan gotinên direw û bêbingeh ên nûnerê rejîma Îranê, radigihînin: Çi êrîşên mûşekî bo ser bargehên me û çi jî binpêkirina eşkere ya serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê berdewamiya siyasetên fitneyî û şerxwazane yên Komara Îranê li Rojhilata Navîn e. Niha ku xwenîşandanên cemawerî û cuda ji wan nerizayetiya jinên Îranî, ji bo azadî û rakirina yasayên dije jinî û cudahiyên siyasî û civakî têkoşîneke medenî û aştiyane bi rê ve dibin, surûşta dîktatorî û dijemiroviya vê rejîmê ji raya giştî ya cîhanê re zelaltir bûye. Rejîma Îranê ku ji vê serhildana gel bêhêvî bûye, di hewlê de ye ku bi destpêkirina şer li derveyî sînoran, balkişandina li ser kuştin û serkuta hovane ya xelkê li bajarên Îranê nîşan nede û raya giştî bixelitîne.
Bi rehîngirtina xelkê bîhanî, belavkirina îtirafên televîziyonî di bin îşkenceyê de ku heta hevwelatiyên bîhanî jî di nav de ne, hewlên terorîstî yên bê encam li Ewropayê ji aliyê kirêgirtiyên ser bi balyozxaneyên Îranê, kuştina kesayetiyên siyasî û bi taybetî serkirdeyên Kurd li navxwe û derve, piştevanîkirin ji milîsên terorîstî li navçeyê û destêwerdan di karûbarên navxweyî yên welatan de, siyaseteke berdewam û neguher ya Komara Îslamî ye.
Xelkê Kurdistanê ku zêdetir ji 4 dehik e qurbaniya siyaseta kuştin û terorê ye, îro mil bi milê gelên seranserê Îranê dest bi serhildaneke siyasî ji bo guhertina vê desthilatdariyê û avakirina Îraneke demokratîk kiriye.
Daxwaza me ji Şêwreya Ewlehî û Sekreterê Giştî yê Saziya Neteweyên Yekbûyî eva ye ku bi awayekî micid ji xelkê Îran û Kurdistanê û silogana jin, jiyan, azadî piştevanî bikin, û herwisa tevî şermezarkirina vê rejîma terorîstperwer, divê kursiya nûnerayetiya Îranê li Neteweyên Yekbûyî bê wergirtin û nûnerê niha yê Îranê ku endamê organa Spaha Pasdaran a terorîst e bê derxistin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
21ê Rezbera 1401an a Rojî