Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyên Îranê yên li derveyî welat piştevanî ji xwenîşandanên seranserî yên Îranê kirin

10:05 - 15 Çirriya pêşîn 2022

Li welatê Amerîkayê welatiyên Îranî yên ku wir penaberin, bona piştevanîkirin ji xwenîşandanên nerazî yên Îranê yên li dijî serkutkariyên hêzên rejîmê, li Kalîfoniya wî welatî meş lidar xistin û ji serkomarê wî welatî daxwaza piştevanî ji xwenîşanderan kirin.

Herwisa Lîza Çerixî hunermend û ektera navûdeng ya Îranî – Îsraîlî, stranek bi zimanê farsî stirî û ev pêkêşî jinên serhilder yên Îranê kir û herwisa navbirî ji jinên Îranê re got: Hûn hertim di dilê min de ne bi tak bi takên  xwîşkên xwe yên Îranê şanaz im û hûnê serbikevin.

Serkomarê berê yê Amerîkayê Barak Obama got: Niha ku beraxwe didim salên derbasbûyî dibînim em şaş bûn çima me piştevanî ji tevgera kesk ya sala 1388`an nekirin, her dema ku bo mirovên azadîxwaza derfeta hêviyê çê dibe divê em piştevanî ji wan bikin.

Herwisa Nûnera Aostraliyayê Kylea Tink gotara rojnameya Sydney Morning Herald belavkir, tev jinên seranserê cîhanê bangî hin guherînakriyan dikin ku dibe bên encam dan û ev bi dil û can piştevanî ji jinên Îranê dikim.

Serokwezîrê Loksamborg Xavier Battle li derheq xwenîşandanên de li ser rûpela Instgrama xwe nivîsiye: "Em nikarin li hember tiştên ku li Îranê diqewimin xemsar bin, her çend ne li cîranên welatê me be."

Berpirsê Siyasetên Karê Derve yê Ewropayê  Josep Burrell roja Înê 22 Rezberê  li gotûbêja xwe ya digel Emîr Ebdullahiyan de ji rayedarên Îranê xwast ku bi lerzgînî serkutkarî û tunditîjiya li idjî xwenîşanderan dawî pê bînin.