Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarên Kurdistan û Îranê xwenîşandanên seranserî berdewam in

10:40 - 15 Çirriya pêşîn 2022

Xwenîşandanên seranserî yên li dijî serkutkarî û tundtîjiyên hêzên rejîmê li bajarên weke, Yezid, Şîraz, Îlam, Kirmaşan, Erdebîl. Dêzfûl, Bokan, Sine,  Benderebas, Ehwaz, Qezivîn, Xozistan, Lahîcan, Mehabad, Urmiye, Tewrêz, Zenican, Qum, Kerec û hin bajarên din yên Kurdistan û Îranê berdewam in.

Li Benderebasê, xwenîşanderan siloganên mirin bo dîktator dan kerb û kîna xwe nîşan dan.

 Li bajarê Tewrêzê jî girûpa ciwanên taxên Tewrêzê bi armanca rêkxistina xwenîşandanên nerizayetiyan di wî bajarî de daxuyaniyek belav kirin û gotin: Em dê sibê li kolan û taxan de dest bi xwenîşandanan bikin.