Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên kinc şexisî êrîşkirine ser xwandingehekê li bajarê Erdebîlê

11:08 - 15 Çirriya pêşîn 2022

Roja Pêncşemî 21ê Rezberê li bajarê “Erdebîl”ê piştî vê yek ku dersixwanên xwandingeha “Şahid” nerizayetiyên xwe nîşan dabûn hêzên kinc şexisî êrîşkirine ser wan di xwandingehê de, û piştî lêdan û kutana wan 10 dersixwan hatine birîndarkirin ku beşek ji wan bo nexweşxanyê hatine veguhastin.

Herwisa hatiye ragihandin ku yek ji wan derisxwanan bi sedema kûrahiya birînan li nexweşxanê canê xwe ji dest daye.

Û 7 derisxwanên din jî bi hevkariya birêvebera xwandingehê hatine binçavkirin û bo cihek nexuya hatine veguhastin û qedera wan nexuya ye.

Herwisa hêzên rejîmê gef ji malbatên wan derisxwanan xwarine ku nabe ti zanyariyekê di vê derheqê de belav bikin.