Îro Şemî 23ê Rezberê, hejmareke berçav ji dukandarên Sine, Seqiz, Bokan, Bane, Mihabad û çend bajarên din dukanên xwe daxistin.
Li Rojhilatê Kurdistanê bi sedema serkutkariya rejîma Îranê û piştevanîkirin ji serhildana seranserî xelkê dukanên xwe daxistin û girev girtin.
Bi giştî bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji destpêka serhildana seranser ve heta niha, yan li ser şeqaman bûne û li dijî rejîmê xwenîşandan kirine yan jî dukan û bazarên xwe bi mebesta nîşandana nerizayetiyê daxistine.