Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên seranserî ya xwendekaran di 23ê Rezberê de jî berdewam bû

16:42 - 15 Çirriya pêşîn 2022

Xwendekaran ji bo piştevanîkirin ji serhildana xelkê Kurdistan û Îranê li çendîn bajaran de xwenîşandan kirin.

Roja Şemî 23ê Rezberê di bajarê Tehranê de, xwendekarên zanîngeha “Xacê Nesîr Tûsî, zanîngeh Tehran, zanîngeha Şerî`etî, Ilm û Ferheng û Ilm û Sen`et”ê  bi silogana “bêje azadî, azadî û ew hinde sal cinayet merg ber wilayet û Kurdistan, Zahidan çav û çiraya Îran”ê, piştevanî ji serhildana xelkê Kurdistan û Îranê kirin.

Herwisa li bajarê Kirmaşanê jî, xwendekarên zanîngeha “Razî” ya wî bajarî bi silogana “Jin, jiyan, azadî” bo piştevanî ji serhilderên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin xwenîşndan kirin.

Herwisa xwenîşandanên zanîngehên huner li çendîn bajarên wek “Tehran, Îsfehan û Tewrêzê’” ê bi silogana “xwedndekar divê bêne azadkirin” berdewam bûn.