Dersxwanan li çendîn bajaran de serî hildane û piştevanî li serhildana seranserî ya xelkê Rojkhilatê Kurdistan û Îranê dikin.
Îro roja Şemî 23ê Rezberê, dersxwanên xwendingehên bajarê Sineyê bi silogana jin jiyan azadî di şeqamên vî bajarê de nerizayetiya xwe dane nîşandan û ew girte vîdiyo ya dersxwanên serhilde ên Sineyê ye.
Herwisa li gundê “Nê” yê girêdayî bajarê Merîwanê bi silogana jin jiyan azadî û berdana agir bi tekeran piştevanî li serhildana seranserî kirin.
Herwisa di bajarê Tehranê de jî dersxwan rijiyane ser şeqaman û piştevaniya xwe ji serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê nîşan dan.