Şeva Şemî 9ê Rezberê, xelkê nerazî û bêzarbûyî ji rejîma Îranê rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê xwenîşandan kirin. Di nav wê xwenîşandanê de kesek bi navê “Muxtar Ehmedî” xelkê bajarê Merîwanê bi gulleya rasterast a hêzên rejîmê hate şehîdkirin.
Termê navbirî bo nexweşxaneyê hate veguhastin û malbata navbirî di bin gefên tund ên hêzên rejîmê de, her şevê bi bê amadebûna xelkê termê kurê xwe bi axê spartin.
Li gor çavkaniyek agehdar 9 kes d nav xwenîşandana xelkê Merîwanê de hatine birîndarkirin.