Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Joe Biden”: Îran bo demeke dûr û dirêj nikare xwenîşandanên hundir mat bike

16:50 - 15 Çirriya pêşîn 2022

“Joe Biden”, Serkomarê Amerîkayê li zanîngeha bajarê Arfîn ê Florîdayê de çend gotinek derheq xwenîşandanên Îran û Kurdistanê pêşkêş kir û daye zanîn: “Ew digel jin û hevwelatiyên Îranê yên zîrek in, tiştê ku herî zêde bala wî kişandiye, eva ye ku Îran bo demeke dûr û dirêj nikare wan xwenîşandanan bêdeng bike.”

Serkomarê Amerîkayê rexne li yasayên Îranê girt û got, jin li seranserê cîhanê bi şêweyên cuda rûbirûyê tundûtîjiyan dibin, lê divê ew li ber xwe bidin û bila kes ji wan re nebêje ka çi li xwe bikin. Biden got divê Îran tundûtîjiya li dijî welatiyên xwe sînordar bike.