Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Mistefa Hicrî bo Dr. Letîf Reşîd

21:18 - 15 Çirriya pêşîn 2022

Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ peyamek pîrozbahiyê bo Dr. Letîf Reşîd, Serkomarê hilbijartî yê Îraqê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Rêzdar Dr. Reşîd Letîf, Serkomarê Îraqa fedral

Tevî silavek gerim!

Ez ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve, bi hilkefta hilbijartina te wek Serkomarê Îraqê, pîrozbahiyê li te dikim û ez hêvîxwaz im ku li wan şert û mercên hestiyar ku bi ser Îraq û Îraqiyan de derbas dibe, di erkê xwe de serkevtî bî.

Digel rêzên dûbare

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî

Mistefa Hicrî

15ê Çiriya Pêşîn a 2022an