Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên seranserî li bajarên Kurdistan û Îranê

10:06 - 16 Çirriya pêşîn 2022

Li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li bajarên weke, Mehabad, Seqiz, Bane, Urmiye, Kirmaşan, Bokan, Benderebas, Hemedan, Tehran, Yezid, Amol, Kîş, Kerec, Xoremava, Ehwaz, Meşhed, Sine û hin bajarên din welatiyên bivêr û xwedî îrade rijiyane ser şeqaman û bi yekgirtîbûnê li hember tunditîjî û serkutkariyên hêzên rejîmê rawestan.

Xwenîşandanan bi dana silogannên weke mirin bo dîktator û jin, jiyan, azadî û girtina şeqamên bajaran nerizayetiyên xwe anîn ziman.

Li devera Mesken a Kirmaşanê welatî rijiyane ser şeqaman û silogana mirin bo dîktator dan.

Li Bokanê xwenîşandanan demaku besîciyan xastin êrîşî wan bikin, xwenîşandan bi yekgirtîbûnê li hember wan rawestan.