Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwandekarên zanîngeha Bihiştî ya Tehranê piştevanî ji girtîgeha Êvînê kirin

10:07 - 16 Çirriya pêşîn 2022

Duh şev piştî şer û pevçûna di navbera girtiyên girtîgeha Êvîn û hêzên serkutkar yên rejîmê de, xwandekarên zanîngeha Bihiştî ya Tehranê bona piştevanî kirin ji girtiyan xwenîşandan lidar xistin.

Xwandekarên zanîngeha Bihiştî ya Tehranê di xwenîşandanên duh şev yên bo piştevanîkirin ji girtiyên girtîgeha Êvînê, silogana her kes bê alî be, bi xatircemî ve bêşerefe dan.

Dun şev di girtîgeha Êvînê benda 7 û 8 ku bendên girtiyên siyasî û azadîxwazan e, hêzên ewlehî yên rejîmê êrîşî ser wan kirin û heta derengiya şevê tengê teqîn û guleyan dihat bihîst, agir tev girtîgeh girtibû.

Dîmenên agir û dengê teqeyan wisa nîşan didan ku rejîmê li girtîgehê cinayetek mezin afirandiye.

Hevdem digel bilindbûna doman û agir li girtîgeha Êvînê, hin welatiyên li bajarê Tehranê rijiyane ser şeqaman û agir berdan alaya rejîmê rêyên çûna hêzên rejîmê bo nav girtîgehê girtin û silogana, em rejîma Îslamî naxwazin, naxwazin, û mirin bo Xamneyî dan.