Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li çend girtîgehên Îranê de alozî derket

11:44 - 16 Çirriya pêşîn 2022

Duh şev girtîgeha Êvîn a Tehranê li benda 7 û 8 agir pê ket  û çirûsikên agir heta mesafetên dûr xuya bûn û hevdem digel agir pê kevtinê dengê teqînên mezin û guleyan jî dihat bihîstin.

Hevem digel agir girtina bendên 7 û 8 yên girtîgeha Êvîna Tehranê, li girtîgeha Sine û Lakana Reştê jî şer û pevçûn û agir pê kevtin hebûye û pêka serçaveyên nefermî, di encama agir agirtina girtîgeha Sine de aliyê kêm 60 girtî birîndar bûne û li girtîgeha Lakan a Reştê de jî ku tenê alozî hebûye 20 girtî hatin e kuştin.

Pêka zanyariyên nefermî ku hatine belavkirin dibe ku ew aloziyên li girtîgehên rejîmê de pîlanên rejîmê bixwe bin ji ber ku, li demjmêr 9`ê şevê li girtîgeha Êvînê de dema bêdengî û xevê ragihandine û  hêzên rejîmê yên ber deriyê girtîgehê jî di amadebaşiyê de bûne û înterneta telefonan jî qut kirine.