Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokomarê Amerîkayê Joe Biden li derheq agirgirtina girtîgeha Êvînê bertek nîşan da

11:33 - 16 Çirriya pêşîn 2022

“Joe Biden” serokomarê Amerîkayê li derheq agirgirtina û teqekirina şeva derbasbûyî li girtîgeha “Evîn”ê ya li bajarê “Tehran”ê ragihand ku divê li derheq vê bûyerê lêkolînên hûr bên encam dan ji ber ku rejîma Îranê gelek zalim e.

Herwisa ji aliyek din ve Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka yê “Ned Pirce” bi belav kirina twîtekê ragihand: Em raporên pêwendîdar bi girtîgeha Evînê bi lezgînî dişopînin û Îran berpirsê canê welatiyên me ye ku bi awayeke hovane ji aliyê Îranê ve hatine binçavkirin û di wê girtîgehê de ne, û divê bi lezgîn bên azad kirin.