Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Rojhilat di daxuyaniyekê de li derheq agirdana girtîgeha Êvînê de ragihand ku xelkê azadîxwaz yên Îranê dest dirêjiyên eşkere yên rejîmê yên li ser canê girtiyên siyasî û ciwanan bê bersiv nahêlin.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Duh şev girtîgeha agir berdan girtîgeha Êvînê. Ev yek dubarebûna komkujiya sala 1367`an û berdewamiya cinayet, azardana zarokan û qetlên wan li zanîngeh û xwandingehan de ye.
Em tevî şermezarkirina vê cinayetê, ti şik û guman tê de nine, xelkê azadîxwaz yên Îranê bi xatircemî ve destdirêjiyên eşkere yên rejîmê bo ser canê girtiyên siyasî û ciwanên bivêr yên wan bê bersiv nahêlên.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê çavnhêriya vê yekê he ye ku di biryareke hev mebest û rêkxistinî li pêxema mangirtina seranserî de, pêngav havêjin û tev hêzên siyasî, medenî, kultûrî û civakî hevpêngav digel xelkê Îranê yên bi îrade, kerb û kîna xwe li dijî rejîma Îslamî nîşan bidin. Em di cih de amadehiya xwe bo vê hevpeywendiya seranserî radigihînin û hêvîdarin ku yekdeng û yekgirtî li dijî rejîma Îslamî û cinayetên vê herin.
Bi mangirtina seranserî û berdewamiya nerazîbûnan dîwarê girtîgehan diherifînin. Berpirsayetiya canê tak bi takê girtiyên siyasî li stûyê rejîma Îslamî ye. Her di vê pêwendiyê de ji navendên navdewletî daxwaz dikin ku li hember wê karesatê de bê deng nebin û bo berevanîkrin ji girtiyan û xelkê bendkirî yên Îranê pêngavek bi kiryar hilgirin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
24`ê. Rezbera 1401`an
16`ê Çiriya Pêşîn a 2022`an