Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtîgeha Êvîn: 4 girtiyan canê xwe ji dest da û 61 kes jî birîndar bûn

17:09 - 16 Çirriya pêşîn 2022

Li gor navneda Nûçegihaniya Dad ya rejîma Îranê îro roja Çarşemî daye zanîn ku “di bûyera girtîgeha Êvînê de, 4 girtî ji ber dûkel û dûmanê canê xwe ji dest dane û 61 girtî jî birîndar bûne.

Ev amara rejîmê di halekê de ye ku duh şev pevçûnek di navbera girtiyên girtîgeha Êvîn û hêzên serkutkar yên rejîmê çê bû û rejîmê bi hemû şêwazekî girtî kirine armanc û heta li gor vîdiyoyên belavbûyî, nîşan dide ku bi çekên giran jî girtiyan dike armanc. 

Li gorî zaniyariyên ne fermî herî kêm 10 kes di vê bûyerê de canê xwe ji dest dane.