Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Dayî: “Bêdengman xiyanet e”

17:08 - 16 Çirriya pêşîn 2022

Lîstikvanê bi nav û bang ê topa pê û yê berê yê tîma Îranê “Elî Dayî”, li derheq kuştina keça dersxwan a Erdebîlê û lêdan û kutana dersxwanên wî bajarî, bertek nîşan da û got: “Bêdengman xiyanet e”.

“Elî Dayî” roja Şemî 23ê Rezberê li ser rûpela xwe ya tora civakiya “Instagram”ê nivîsî: “Bêdengiya ku ji ber givaşên hikûmetê li hember xwenîşandanan û bêrêzîkirin bi kirameta xwendekarên zanîngeha pîşeyî ya “Şerîf”, îro bû sedema destdirêjî bo ser dersxwanên bê tawan û lêdan, kutan û rijandina xwîna yekek din ji keçên cihê jidayîkbûna min, bêdengiyek ku cezayê vê mirin e û her rojê daxek din li ser dilê xelkê li cihên cuda yên Îranê didanên ku wek îxanet bi mirovahiyê ye.”

Rapor didin xuya ku birêveberên çendîn xwendingehan li bajarê “Erdebîl”ê hewl dane ku dersxwanan bo xwenîşandaneke hikûmetî bişînin lê rastî berxwedan û siloganên li dijî rejîmê hatin û piştre hêzên serkutker ên rejêmê hatine û çendîn dersxwan birîndar kirin û hejmarek din ji wan binçav kirin û tê zanîn keçekê jî canê xwe ji dest daye.