Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşa seranserî li bajarên Kurdistan û Îranê di 31emîn roja xwe de ye

10:40 - 17 Çirriya pêşîn 2022

Ciwanên bivêr û xwedî îrade di 31emîn roja xwenîşandanên seranserî yên bajarên Kurdistan û Îranê de li bajarên weke, Yezid, Tehran, Kaşan, Mehabad, Sine, Kamêran, Dîwandere, Tewrêz, Pîranşar, Kirmaşan, Seqiz û hin bajarên din, xwenîşanderan bi dana silogana mirin bo dîktator nerazîbûnên xwe berdewam kirin.

Li bajarê Urmiye, jinan pofeldanên ku li ser wan nivîsîbûn jin, jiyan, azadî û herwisa girêdana nivîsên jin, jiyan, azadî bi pofeldan ve, ev di esmanên bajêr de bilind kirin û wiha berdewamî dan bi nerazîbûnên li dijî serkutkariyên hêzên rejîmê yên li djî jinê. 

Li bajarê Tewrêzê welatiyan bi belavkirina traktên weke mirin bo Xamineyê û dara ku 43 salan behra vê tunebe divê di rîşe de derbixînin û jin, jiyan, azadî û kesên ku temaşeçî ne îxanetkarin, di kolan û şeqamên bajêr de bêzariya li desthilata melayan nîşan dan.

Herwisa xwandekarên zanîngeha Şerî`etî ya Tehranê dîsan rijiyane ser şeqaman û bi dana silogana  mêşa bê mifah tûyî û jina azad ez im, xwenîşandanên li dijî serkutkarî û qetlên hikûmetî yên rejîmê di girtîgeh, xwandingeh û zanîngehên wealt de berdewam kirin.

Her di vê pêwendiyê de, xwandekarên zanîngeha Xarezmî jî rijiyan ser şeqaman û kombûnên nerazîbûnê lidar xistin.