Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ananîmosê 407 kamerayên çavdêrî yên li şeqam û kolanên Tehranê hek kir

10:44 - 17 Çirriya pêşîn 2022

Girûpa hekkirî ya Ananîmosê êvara Yekşemî 24ê Rezberê, li ser rûpela xwe ya Twitterê ragihand ku wan "zanyariyên tevaw yên 407 kamerayên çavdêrî li Tehranê hek kirine" ji ber ku ev kamêra ji bo tepeserkirina xwenîşanderan hevkariya hêzên rejîma Îranê dikin.”

Wê girûpê bi belavkirina lîsteyekê navê tev kamêrayên çavdêriyê li ser şeqaman belav kiriye.

Girûpa hekkirî ya Ananîmosê ji destpêka serhildana seranserî ve heta niha êrîşên berfireh yên sîberî li dijî malperên rejîma Îranê yên wek malperên wezaretên neft, aborî, darayî, ferheng û îrşada rejîmê û heta rêberê rejîmê kiriye û ew hek kirine.