Di hewlek înternetî de nêzî 200 hezar wajo bo derkirina karbidestên Îranê li derveyî welat hatine komkirin û daxwaz ji wezîrên 7 welatên pîşeyî yên cîhanê yên weke “Birîtaniya, Kanada, Amerîka, Japon, Almaniya, Firansa û Îtaliya”yê hatiye kirin ku balyozên Îranê û nûnerên wan di saziyên navnetewî de bên gazîkirin û derkirin.