Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara qurbaniyên girtîgeha Êvînê gihîşt bi 8 kesan

15:43 - 17 Çirriya pêşîn 2022

Dezgeha Dadwerî ya rejîma Îranê îro Duşemî 25ê Rezberê, di daxuyaniyeê de daye zanîn ku 4 girtiyên din yên girtîgeha Êvînê canê xwe ji dest dane û bi vî awayî hejmara qurbaniyan gihîşt bi 8 kesan.

Bûyera girtîgeha Êvînê hêj bi tevahî nehatiye rohnkirin û mediyayên rejîmê ji destpêka wê bûyerê, her yekê tiştek digot.

Bi nav Serokê Dezgeha Dadwerî ya rejîma Îslamî ya Îranê, Xulamhusên Muhsênî Êjêyî, bêyî vê ku bi serastî sedemên bûyera êvariya roja Şemî ya girtîgeha Êvîna Tehranê bide zanîn, îdia kir ku “dujminan di vê bûyerê de dest hebûye.”

Navbirî diyarî nekiriye ku mebesta wî ji kesên ser bi dujmin kê ne.

Li gor gotina çalakvanên mafê mirovî, piştî bûyera şeva Şemî ya girtîgeha Êvînê, gelek malbat ji çarenivîsa zarok û xizmên xwe bê ageh mane û berpirsên girtîgehê bi qestî û bi zanebûn ew bê ageh hêştine.