
Dr. Şêx Hesen Haşimî, kurê Şêx Hadî Sole Dolaw û rêberê Terîqeta “Qadiriye ya Kurdistana Îran”ê, di bangêjnameyekê de herifîna rejîma Îslamî ya Îranê armanca xwe zanî û diyarî kiriye ku dê piştevan û hevkarê hizbên Kurdistanê be ji bo herifîna wê rejîmê û dê tevahiya hewla xwe bide.
Şêxê terîqeta Qadiriye, di nûtirîn banghêjiya xwe de piştgêriya xwe ji bo tev hizbên Kurdistanî û rêkxrawên medenî li navxweyê welat da nîşandan û daxwaz ji welatiyan kir ku du dil nebin û bi yek dilî û hevahengî ve herifîna wê rejîmê bileztir bikin.
Navbirî daye zanîn ku herifîna rejîma Îslamî ya Îranê erkekê şer`î û wacibata her bawermendekê ye.