Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê tehrîmên nû bo ser rejîma Îranê pejirand

16:47 - 17 Çirriya pêşîn 2022

Piştî serkuta hovaneya xelkê serhilder ji aliyê rejîma Îranê ve, Wezîrên Derve yên endam li Yekîtiya Ewropayê, dorpêçên nû li dijî berpirs û navendên ku di vê “serkuta bi xwîn” de rol hebûne, pejirand.

Wezîra Derve ya Swêdê, “An Lîndê” roja Duşemî 25ê Rezberê, bi belavkirina “Tweet”ekê, bûyerên li Îranê bi gelek micid binav kir û got: “Yekîtiya Ewropayê bi micidî piştevanî li mafê lidarxistina xwenîşandanên aştîxwazane yên xelkê Îranê dike.”

Herwisa Wezîra Derve ya Almaniyayê “Analîna Birbûk” li derheq dorpêçên nû bo ser rejîma Îranê gotiye ku “polîsê “Geşta Îrşad” a rejîma Îranê jî di lîsteyê dorpêça nû de ye û dorpêça nû dê bikerên cinayetên li dijî jin, ciwan û mêran neçar bi bersivdanê bike.”