Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekaran li çendîn bajarên Îranê xwenîşandan li dijî rejîmê lidar xistin

16:49 - 17 Çirriya pêşîn 2022

Di bajarên “Erdebîl, Şehrê Kurd, Tehran û Bûşêhr”ê de xwendekaran bo piştevanîkirin ji serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, xwenîşandanên berfireh lidar xistin.

Roja Duşemî 25ê Rezberê, xwendekarên zanîngeha zanistên pizîşkî li bajarê Erdebîlê xwenîşandanek berfireh lidar xistin û hûre li hêzên ewlehî û kinc şexsî yên ber deriyê zanîngehê kêşan û silogana “bê şer bê şerf” dan.

Herwisa hevdem li bajarê “Şehrê Kurd” li parêzgeha “Çarmihal û Bextiyarî”yê, xwendekaran bo piştevanî ji serhilderên Kurdistan û Îranê kombûneke berfireh hate lidarxistin û silogana “eger yek tê kuştin hezaran kes bi cihê vî tên” dan.

Di bajarê Tehranê de jî tevî rewşa ewlehiya zanîngehan, xwendekarên Zanîngeha Azad a beşa Didansazî bo derxistina basîc û hêzên ewlehî ji zanîngehê û piştevanî li serhilderan û şermezarkirina pasdar û besîcan silogana “besîcî herine derê” dan.

Li bajarê “Bûşehr” ê ser bi parêzgeha “Hormozgan”ê jî, xwendekarên zanîngeha “Xelîcê Fars” bo piştevanîkirin li serhilderên Kurdistan û Îranê û herwisa şermezarkirina bûyerên qewimî li girtîgeha “Êvîn”ê, xwenîşandaneke berfireh bi rê ve birin û silogana “ji pişt ve gulle li me xistin û agir berdane Êvînê” dan.

Li bajarê “Necef Abad” ê ser bi parêzgeha Îsfehanê jî, xwendekarên zanîngeha Azad li ser şeqamên wî bajarî li dijî rejîma Îranê xwenîşandanek berfireh bi rê ve birin, wan xwendekaran silogana “top, tang, fişfişê axûnd divê wunda be” dan.

Di zanîngeha “Mazenmderan”ê de jî, xwendekaran kombûneke nerizayetiyê ji piştevanî li serhilderana seranserî lidar xistin û bi siloganan daxwaz ji mamosteyan kirin ku tevlî serhildana xwendekarên şoreşger û azdîxwaz bibin.