Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du hêzên rejîma Îranê li Terhran û Serawanê hatine kuştin

17:12 - 17 Çirriya pêşîn 2022

Pêka nûçeyên belavbûyî, terorîstek ji hêza serkutker a Întizamî li bajarê Tehranê û terorîstek din jî, ji hêza Întizamî ya Serawanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatine kuştin.

Di bajarê Tehranê de piledarekî hêza serkutker yê Întizamî yê bi navê “Mehdî Lotfî” di dema serkuta xelkê serhilder li wî bajarî kevte ber kerb û kîna serhildêran û giha bi sizayê kiryarên xwe.

Pêka nûçeya ku kanala Telegramî ya “Resed”a Belûçistan”ê belav kiriye, li bajarê “Serawan” ê ser bi parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê, piledarekî hêza Întizamî yê bi navê “Mihemed Ebasî” li ji aliyê kesên nenaskirî ve hatiye kuştin.