Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwandekar û dersxwanên bajarên cuda yên Kurdistan û Îranê daxwaza sernixûniya rejîma Îslamî dikin

10:42 - 18 Çirriya pêşîn 2022

Roja Duşemî 25`ê Rezberê xwandekarên zanîngehên li bajarên weke, Mazenderan, Bûşher, zanîngeha Xarezimî ya Tehranê, Tewrêz, zanîngeha Berq a Tehranê, zanîngeha Azad a Necef a Îsfehanê, zanîngehên Erdebîlê, li dijî serkutkariyên hêzên rejîma Îslamî xwenîşandan kirin û silogana mamosteyê birûmet, piştevanî, piştevanî, dan.

Xwandekarên zanîngeha Bûşehrê di piştevanîkirin û hevgirtîbûn digel şoreşa seranserî ya Îranê, bi nîşandana bertekê li derheq serkutkirina serhildana girtiyên girtîgeha Êvînê ji aliyê hêzên rejîmê ve, xwenîşan kirin û silogana kuştin û teqe kirin, agir berdan girtîgehê, dan.

Duh Duşemî 25`ê Rezberê li zanîngeha Azad a Necef a Îsfehanê de jîç xwandekar li hewşa zanîngehê kombûn û silogana, top, tank û fiş fişe, û dibe axûnd winda bibe dan.

Her di vê pêwendiyê de, dersxwanên xwandingehên Îsfehan, Sine, xwandingeh bi cih hêlan û rijiyane ser şeqaman û silogana mirin bo dîktator dan.