Roja Duşemî 11ê Rezberê Xweandekarên zanîngeha zanistên Pizîşkî ya Sinê di berdewamiya xwenîşandan û mangirtinên seranserî yên xelkê Îranê û Kurdistanê kombûnek nerizayetiyê bi silogana “Jin- Jiyan- Azadî, heta kengê zordarî” lidar xistin.
Hêzên ewlehî û Hiraseta zanîngehê pêka reftarên rejîmê yên hertimî êrîş kirine ser wê kombûna aram û hewla bi tundûtîjî kişandina xwenîşandanê û binçavkirina xwandekaran da, lê xwandekaran bi silgana “bê şeref- bê şerfe” bi awayekî yekgirtî li hember hêzên rejîmê rawestan û ew neçar kirin ku paşve herin.
Pêka nûçeyan heta niha zêdetir ji 48 zanîngehên cuda û 103 bajar li 31 parêzgehên Îranê tevlî serhildan û xwenîşandanên seranserî bûne û hej berdewam in.