Bi derbasbûna 32 rojan li ser destpêk kirina şoreşa seranserî li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, gelê serhilder bivêrtir ji berê û hêzên rejîmê jî bêhêvîtir ji caran ser şeqaman in.
Duh şev 25`ê Rezberê di berdewamiya serhildanên seranserî yên Rojhilatê Kurdsitan û Îranê, li bajarên weke, Îlam, Sine, Pîranşar, Tehran, Reşt, Kirman, Abdanan, Urmiye, Qum, Mehabad, Yezid û Erdebîl, Kirmaşan, Bûşehr, û hin bajarên din yên Kurdistan û Îranê xwenîşanderan ji berê gurtir li dijî hêzên serkutkar yên rejîmê rawestan û xwenîşan lidar xistin.
Xwenîşanderan di meşên nerizatiyetê de bi dana silogana mirin bo dîktator, li dijî tunditîjî û serkutkariyên hêzên rejîmê rawestan.
Li Abdanana ser bi parêzgeha Îlamê, serhilderên bivêr, agir berdan peykera besîc a li navenda bajêr.
Êvariya roja Duşemî 25’ê Rezberê li Îsfehanê xwenîşanderan, hewzeya Pola ya wî bajarê ku yek ji sembolên stemkariya olî ya rejîma Îslamî ye, bi molotofan şewitandin.
Li devera Îkibatan a Tehranê jî, xwenîşander derkevtin ser banê avahî û li berbanên avahiyên xwe, siloganên mirin bo dîktator dan û daxwaza sernixûniya rejîma Îslamî kirin.