Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Netewên Yekbûyî: “Kuştin û girtina zarokan gelek dilgiran e”

16:43 - 18 Çirriya pêşîn 2022

Saziya Mafê Mirovî ya Netewên Yekgirtî di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe belav kiriye daye zanîn: “Piştî derbasbûna mehekê bi ser xwenîşandanên seranserî li Îranê, reftarên tund ên hêzên ewlehî li dijî xwenîşanderan û girtin û kuştin û binçavkirina zarokan gelek cihê nigeraniyê ye.”

Di beşek din a vê daxuyaniyê de hatiye: “Hin çavkanî didine zanîn ku herî kêm 23 zarok li heft parêzgehên Îrabê de bi gulleyên rasteras li mewdayeke nêz de û bi lêdanê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Herwiha hejmareke dersxwanan ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin. Hatiye ragihandin ku hin birêveberên dibistanan jî, ji ber ku bi hêzên ewlehî re hevkarî nekirine hatine girtin.”

Saziya Mafê Mirovî ya Netewên Yekgirtî dibêje: “Li gorî peymannameya mafê mirovî ku ji aliyê Îranê ve jî hatine pejirandin, Komara Îslamî ya Îranê erkdar e ku di her şert û mercekê de mafê jiyana zarokan biparêze û rêz ji mafê azadiya derbirînê û xwenîşandana aştiyane ya zarokan bigire û biparêze.”

Vê Saziyê daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku bikaranîna hêzê li dijî xwnîşanderan divê rawestîne û divê demûdest hemû kesên ku di nav xwenîşandan de hatine binçavkirin bêne azadkirin.