Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Reuters”: Rêberên rejîma Îranê bi êrîş bo ser Kurdan hewl didin ku xwenîşandanên seranserî yên welat bixapînin

16:46 - 18 Çirriya pêşîn 2022

Ajansa Nûçegihaniya “Reuterz”ê li derherq Rojhilatê Kurdistanê û xwenîşandanên li Kurdistanê wiha nivîsiye: “Di Îranê de li ew nacvçeyên ku rûniştiyên wê Kurd in zêdetir têne serkutkirin. Rejîma Îranê îdia dike ku Kurd dixwazin “cuda bibin”. Kurd ji bo mafên xwe têdikoşin. Otonomiya Kurdan li Sûriye û Îraqê bûye sedema tirsa rejîma Îranê.”

Ajansa Nûçegihaniya “Reuterz”ê di beşek din a rapora xwe de behsa hizbên Rojhilatê Kurdistanê kiriye û nivîsiye: “Rejîma Îranê dibêje ku hizbên Kurdistana Îranê di rêkxistinkirina xwenîşandanan de destê wan heye. Spaha Pasdaran jî bi vê sedemê bi mûşekan û dironan êrîşê ser Herêma Kurdistanê kir û di encamê de 13 endamên van hizban hatin şehîdkirin.”

“Reuterz”ê nivîsiya: “Karbisetdên ewlehî yên Îranê hizbên Rojhilatê Kurdistanê bi cudaxwaziyê tohmetbar dikin, lê ev tohmete serkevtî nebû. Karbidestên ewlehî yên Îranê ragihandin ku piştgiriya seranserî di asta Îranê de ji Kurdan tê kirin. Ew dibêjin, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê zêdetirîn dest di xwenîşandanan de heye.”
Vê Ajansê di berdewamiyê de nivîsiye: “Li Sûriye û Îraqê, Kurdan ji bo piştgiriya serhildana Îranê xwenîşandan kirin. Li Tirkiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştgirî da serhildana Îranê.